Riha: 80 xwendekar li dibistanekê zeyta zeytûnan berhem tînin

Hewlêr (Rûdaw) - Li dibistaneke amadehiyê ya Rihayê beriya 2 salan kargeheke çêkirina zeyta zeytûnan hatiye vekirin. Xwendekarên Beşa Teknolojiya Xorakê, li wê kargehê zeytê berhem tînin. Ew xwendekar zeytûnên xelkê navçeyê û gundên derdorê li kargehê dikin zeyt û bi firotina wê dahatekê bidest dixin. Ew kargeh berhema Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê ye. Ew dikare rojane 20 ton zeytûn bike zeyt.

Ev dibistaneke Amdehiyê ya Teknîkî û Pîşeyî ye li navçeya Serê Kanî ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê. Ev jî karegeha berhemanîna zeyta zeytûnan a heman dibistanê ye  ku di çarçoveya projeyekê de berî dû salan hatiye vekirin. Îsal dest bi berehemanînê kiriye û Xwendekarên Beşa Teknolojiya Xorakê yên dibistanê li kargehê zeytê berhem tînin.

Rêveberê Dibistanê Dibistana Ceylan a Amdehiyê ya Teknîkî û Pîşeyî Ercan Dogru anî ziman, “Li vir beşa me ya xorakê heye. Em li vir xwendekarên me yên beşa xorakê perwerde dikin. Ew jî dê di siberojê de bikarin bibin operatorên berhemanîna zeyta zeytûnan. Ji ber wê jî niha beşa me ya xorakê beşeke bi avantaj e.”

Bi vî karê xwe hem fêrî pîşeyê dibin, hem jî berhemê xelkê navçeyê û gundên derdorê  li kargehê dikin zeyt. Lewra berî vê kargehê neçar diman berhemên xwe bo zeytê  bibin navçeyên din. Xwendekar li beramber vê keda xwe jî dahetekê bi dest dixin.

Xwendekar Muhsîne Ekîm got, “Em li kargehê ji berhevkirina zeytûnan heta çêkirina zeyta wan, her tiştî dibînin. Li vê derê fêrî me dikin ku zeyt çawa tê berhemanîn. Herwiha guvaştina sar û germ jî nîşanî me didin. Ji bilî wê em ji berhemanîna zeytê dahatekê jî bidestdixin. Ev jî zêdehiyekê li budçeya malbvatên me dike.”

Ev kargeh berhemê hevahengiya Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê ye. Şiyana wê heye ku rojane 20 ton zeytûnan bike zeyt. Niha 80 xwendekar li kargehê perwerdeya berhemanîna zeytê dibînin.    

Biryar e piştî perwerdeyê bawernameyên vê pîşeyê jî werbigirin û bi berdewamî li navçeyê zeytê berhem bînin.