Li Duhokê rewşa bikaranîna madeyên hişbir gihîştiye asteke metirsîdar

02-12-2022
Nayîf Remezan
Îsal bi tawana bikaranîna madeyên hişbirê li Duhokê zêdeyî 920 kes hatine girtin
Îsal bi tawana bikaranîna madeyên hişbirê li Duhokê zêdeyî 920 kes hatine girtin
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Li parêzgeha Duhokê, li gorî amarên ku belav bune, rêjeya bikarhênerên madeyên hişber bi awayekî metirsîdar zêde bûye. Niha li navenda  çaksaziya Duhokê  200 kes ji ber bikar anîna madeyên hişber hatine girtin.

Li gor amaran, tenê di nava 10 mehên îsal de 920 kes bi tometa bikaranîna madeyên hiçbir hatine girtin  ku 20 kes ji wan jin in.

Yek jî bikarhenêrê madeyên hişbir ku yekem car di sala 2015an de bi rêya hevalekî xwe girêdaye madeyên hişbir bûye, di sala 2016an de bûye tiryakî. Ew kes 24 salî ye û 6 caran hatiye girtin.

Ew tuşbûyê madeyên hişbir dibêje: “Şev hebûye heta 2500-3000 dolar min bo madeyên hişbir xerc kirine, ji ber ku ez tiryakiyê madeyên hişber bûm. Min gelek tişt ji dest dan, karê min ji destê min çû û min otomobîla xwe firot.”

Niha nêzîkî 200 kesan li çaksaziyên Duhokê li ser bikaranîna madeyên hişbir ragirtine. Li gor wan amaran li Duhokê rewê gihîştiye asteke metirsîdar.

Tuşbûyekî din ê madeyên hişbir jî got: “Rêje gelek zêde bûye, hema bêje nîva civakê tuşî madeyên hişbir bûne. Ez gelek kesan nas dikim madeyên hişbir bikar tînin û nikarin dest jê berdin. Jin zarok jî di nav wan de hene.”

Li gor Navenda Nehiştina madeyên Hişbir li Duhokê her kesê ki bi tohmeta madeyên hişbir farmana girtina wî/wê bê dayîn ji aliyê dadgerê lêkolînê ve tê girtin û dosyayeke lîkolînê di derbarê wî de tê vekirin. Herwiha  her kesê ku tuşî madeyên hişbir be, ya bazirganiyê pê bike û yan jî reklama madeyên hişbir bike dê rekarên yasayî li beramberî wan bên cîbicîkirin.”

Her li gor amarên Navenda Nehiştina madeyên Hişbir li Duhokê di 10 mehên îsal de 920 kes bi tometa madeyên hişber hatine girtin ku 20 ji wan jin bûne û heta niha 514 hatine dadgehkirin û 179 kes jî hêj ragirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst