Li Efrînê grûpên ser bi Tirkiyê 115 darên zeytûnan birrîn

02-12-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Birrîna Darzeytûnan Grûpên Çekdar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê 115 darên zeytûnan li herdû gundên Meydankê û Kortik ên li navçeya Şera ya Efrînê birrîn.

Li gor çavkaniyên Rêveberiya Xweser, Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye 115 darên zeytûnan li herdû gundên Meydankê û Kortik li navçeya Şera ya Efrînê birrîn, daku wek êzing li bazarê bifiroşin.

Roja 27ê Mijdarê jî, grûpa Feyleq el-Şam 300 darên zeytûnan li gundên Basofan û Kefir Nebo li navçeya Şera ya Efrînê birrî bûn.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Binpêkariyên çekdaran

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst