Partiyên Kurdistanî: Em ji karavêtina mamosteyên Kurd şermezar dikin

Hewlêr (Rûdaw) – Pênc partî û tevgerên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê, Tevgera Demokratik a Kurdistan(TDK-TEVGER), Partiya Azadiya Kurdistanê(PAK), Partiya Demokrata Kurdistan (PDK-BAKUR),  PÊLKURD û Partiya Sosyalîst a Kurdistan(PSK) ji karavêtina 21 mamosteyên Kurd ên li Amedê şermezar kirin.

Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê li Amedê 21 mamosteyên kurd ku endamên Sendîkaya Mamosteyan Egîtîm Senê ne ji kar avêt.

Her 5 partî û tevgerên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê, PAK, TDK-TEVGER, PDK-Bakur, PÊLKURD û PSKê bi daxuyaniyeke hevbeş a nivîskî ji karavêtina 21 mamosteyên Kurd ên li Amedê şermezar kirin.

Tevger û partiyên navborî di daxuyaniya xwe de dibêjin: “Em vê helwesta neheq û bêhiqûqî bi tûndî şermezar dikin. Helbet jikaravêtina 21 mamosteyên Kurd zilm û neheqî ya ewil nîne. Di van çar salên dawî de bi hezaran mamoste û karmend ji kar hatine avêtin û piranîya wan di rewşeke pir xedar de jiyana xwe didomînin.”

Ew partî û tevger amaje bi wê yekê dikin ki ev demeke dirêj e ku” jikaravêtin wek pergaleke dewletê” tê bikaranîn û dibêjin: “Armanc di nav welatperweran de xurtkirina tirsê û belavkirina bêkariyê ye, cezakirina gelê Kurd e. Divê dagirker bizanibin ku miletê me bi van tehdîdan dev ji doza xwe ya rewa bernade. Em carek din helwest û êrîşa dijî mamosteyên Kurd rûreş dikin û piştgirîya xwe bo wan eşkere dikin. Divê demek zûtir mamosteyên ji kar hatine avêtin vegerin ser kare xwe.”