Bo dayika Aştiyê ya 72 salî 7 sal û nîv ceza hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê bo dayika Aştiyê ya 72 salî Makbule Ozbek bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 7 sal û nîv cezayê girtîgehê hate dayîn.

Rûniştina doza dayika Aştiyê Makbule Ozbek ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin îro 2ê Kanûna 2021ê li 8emîn Dadgeha Cezayên Giran 2ê Kanûna 2021 hate dîtin.

Li gor agahiyan dadgehê bi hinceta “endamtiya rêxistinê” bo dayika Aştiyê ya 72 salî biryara 7 sal û nîv cezayê girtîgehê daye.   

Dayika Aştiyê Makbule Ozbek, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê li dijî Kongreya Civaka Demokratîk birêve dibe 29ê Hezîrana 2020ê hatibû girtin û ji ber di girtîgehê de krîza dil derbaskiribû piştî serlêdana parêzerên wê 5ê Îlona 2020ê hatibû berdan.