HUDA-PAR: Divê Kurd destê biratiyê bidin hev

02-12-2020
RÛDAW
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu
Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu
Nîşan Zekeriya Yapicioglu HUDA-PAR Kurd Pirsa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu dibêje, ji bo çareserkirina pirsa Kurd “Divê Kurd biratiya xwe jibîr nekin, destê biratiyê bidin hev û bi hev re têbikoşin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan roja 25ê meha derbasbûyî di daxuyaniyekê de got, “Li vî welatî pirsa Kurd nîne. Heyameke dirêj pirsa maf û edaletê ya Kurdan hebû. Me niha ew pirs çareser kiriye û nemaye.”

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Îshak Saglam jî duh li ser vê mijarê di daxuyaniyekê de amaje bi wê kir ku heta niha li Tirkiyê pirsa Kurd her tim di çarçoveya pirsên aborî û terorê de hatiye nirxandin û got, “Sedema pirsa Kurd siyaseta înkarê ye.”

Ev daxuyaniya Serokê HUDA-PARê ya derbarê pirsa Kurd de gelek karvedan li pey xwe anîn û bû rojeva medya û torên civakî.

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekeriya Yapicioglu îro, beşdarî bultena Rûdaw TV ya taybet bi Bakurê Kurdistanê bû û behsa pirsa Kurd, helwesta partiya wan û pêşhatên siyasî kir.

Li ser helwesta HUDA-PARê derbarê pirsa Kurd de Yapicioglu amaje bi wê dike ku heta niha wan gelek caran daxuyanî li ser vê mijarê belav kirine û dibêje, “Me behsa Kurd û Kurdistanê kiriye. Di bernameya me de jî hatiye tekezkirin; divê Kurdî zimanê fermî yê duyem be, divê nasnemya Kurd û Kurdistanê di destûrê de bên qebûlkirin û Kurd wek damezîrênerên eslî yê welat bên qebûlkirin.”

Yapicioglu dibêje, “Ew ên li meydana dibêjin `em çareseriya pirsa Kurd dixwazin` li ber çareseriyê astengiyên herî mezin in û dengê wan jî li her derê belav dibe.  Lê ragihandin dengê me nagihîne gel. Eger berpirsên hikûmetê bêjin pirsa Kurd nemaye em dê bersiva wan bidin. Em dê her pirsa Kurd bînin rojevê. Medya Kurdî navxwe dengê me bigihîne gel û hinek dixwazn me wek neyarên Kurdan bidin nîşandan. Lê em li ser pirsa Kurd hesas in û ev yek ne tenê bo Kurdên Bakur.”

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA-PARê amaje bi wê dike, “Miletê Kurd zêdetirî 200 sal in di bin zilm û înkarê de ye û nasname û zimanê wan tê redkirin. Em neçar in daxwaza mafên gelê Kurd bikin û lazim e em antî-emperyalîst jî bin. Baweriya me van ji me dixwaze.”

Zekeriya Yapicioglu dibêje jî, “dewletên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe destê xwe dirêjî Kurdan dikin. Lê dema berjewendiyên wan hatin holê, gelek caran Kurd firotine û dibe dîsa bifiroşin” û tekez dike, “Lewma em dibêjên, `bila Kurd biratiya xwe jibîr nekin, destê biratiyê bidin hev û ji bo çareseriya pirsa Kurd bi hev re têbikoşin`.”

Li ser helwesta HUDA-PARê di hilbijartinên giştî û şaredariyê de û bendewariyên ji hikûmetê, Yapicioglu dibêje, “Me piştgirî dabû guhertinas destûrê, me piştgirî neda AK Partiyê. Divê Kurd di destûrê de cih bigirin. Divê destûr bi temamî bê guhertin.”

Herwiha Yapicioglu behsa guhertina helwesta hikûmeta Tirkiyê dike û dibêje, “Helwesta AK Partiyê ya 3-4 salên dawî ne wek ya 5-6 sal berê ye” û tekez dike, “Em her li qada siyasetê ne û em dest ji heqiyê bernadin û doza dadperweriyê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst