Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve bajarokê Til Rifetê li kantona Şehbayê toparan kir û di encama wê topbaranê de piraniya wan zarok hejmareke xelkê sivîl bûne qurbanî.
Li gor medya xwecihî, îro artêşa Tirkiyê û grupên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, bajarokê Til Rifetê ku li bakurê Helebê ye û dikeve nav herêma Şehbayê li Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.
Herwiha li gor medya xwecihî di encama wê topbaranê de beşek ji wan zarok 9 kesên sivîl canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.
Li gor wan zanyariyên hatine belavkirin herêmên xelkê sivîl bûne armanca êrişan û jibilî qurbanîbûna sivîlan, ziyaneke zêde gihiştiye mal û milkê xelkê
Bajarokê Til Rifatê ku di bin kontrola şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye bi berdewamî ji aliyê topxaneya Tirkiyê û çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Ezaz û Efrînê, tê topbarankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse