Ji sedî 40 Kurdên Rojavayê Kurdistanê koçber bûne

02-12-2019
RÛDAW
Her diçe rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê dijwartir dibe
Her diçe rewşa koçberên Rojavayê Kurdistanê dijwartir dibe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rewş û amarên penaber û koçberên Rojavayê Kurdistanê û karê pêwîst ji bo vegera wan, bûne cihê danûstandinê di nav rêxistinên civaka sivîl û aliyên siyasî û welatiyan de.

Hejmara koçber û penaberên Rojavayê Kurdistanê  zêde bûye û rewşa wan jî gelekî zehmet e.

Li gorî amarên li berdest, niha nêzîkî %40 ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê penaber û koçbere bûne. Tirkiyê bi fermî ragihandiye ku 350,000 Kurdên Sûriyê li Tirkiyê penaber in. Li Başûrê Kurdistanê, nêzîkî 250,000 Kurdên Rojava hene.

Li Rojavayê Kurdistanê jî, bêhtirî 100,000 Kurdên Efrînê li navçeya Şehbayê li bakurê Helebê koçber in. Li Herêma Cizîrê, bêhtirî 100,000 Kurdên Serê Kaniyê û Girê Spî koçber in. Li Kobanî, nêzîkî hezar malbatên Kurd ên Girê Spî hene.

Li gor van amaran, niha zêdetirî 800,000 Kurd ji ser xaka xwe derketine.

Hejmara Kurdên ku li Ewropayê ku ji ber şerê navxwe li Sûriyê bûne penaber nehatiye naskirin, lê ew jî bi deh hezaran têne texmînkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst