Li Mûş û Çewligê rêyên 30 gundan ji ber berfê hatin girtin

02-12-2019
Karûbarên vekirina ‎rêyên gundan berdewam in
Karûbarên vekirina ‎rêyên gundan berdewam in
Nîşan Mûş Çewlig
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herdu bajarên Mûş û Çewliga Bakurê Kurdistanê rêyên 30 gundan ji ber berfê hatin girtin.

Li bajarokê Gimgimê (Varto) ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, piştî baraneke zêde berfê destpê kir û rêyên 20 gundên bajarok ji berfê hatin girtin.

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berf dibare û bandoreke nerênî li jiyana rojane ya welatiyan kiriye. Vê sibê li Gimgimê dikandaran bi paqijkirina berfê û pêxistina sobeyan dest bi karên xwe kirin.

Li navenda bajêr nêzêka 20 santîmetre berf bariya ye û li deverên çiyayî jî 20 santîmetre derbas kiriye.

Berpirs û aliyên peywendîdar, daxwazê ji welatî û tîmên paqijkirina rêyan dikin ku bi hestyarî tevbigerin. Rêveberê Îdareya Taybet a Bajarok Îmam Karahan, da zanîn ku li navçeyên gundên Kaygintaş û Omcali yên Gimgimê rêyên 20 gundan hatine girtin, tîmên peywendîdar dê dest bi vekirin û paqijkirina rêyan bikin.

Li Kanîreşa Çewligê ji ber pûk û berfê rêyên 10 gundan hat girtin

Li bajarokê Kanîreşê ser bi parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê şevê din berfê destpê kir û vê sibê jî pûkê cihê wê girt. Di encam de rêyên 10 gundên ser bi bajarok hatin girtin û kar û barên vekirina rêyên gundan berdewam in.

Li navenda bajarokê Kanîreşê şevê din berfê destpê kir û vê sibê jî pûkê şûna wê girt. Li bajarok zêdeyî ‎‎10 santîmetre berf bariya û xwendekaran ancex ligel dayîk û bavên xwe karîn biçin dibistanê.

Hat ragihandin ku kar û barên tîmên şaredariyê yên paqijkirina berfê berdewam in û rêyên 10 gundan jî hatine girtin. Herwiha bo vekirina rêyên gundan kar û xebatên tîmên ser bi Îdareya Taybet a Bajarok berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst