Nêçîrvan Barzanî bo ENKSê: Li Rojava yekrêz û bi tifaq bin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî îro di civîneke li gel şanda Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) de tekezî li ser avakirina yekrêziyê di navbera alî û pêkhatên Rojavayê Kurdistanê de kir.

Îro şandeke pilebilind a Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi serokariya serokê wê encûmenê Siûd Mele ligel Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî civiya.

Di vê hevdîtinê de Serokê Herêma Kurdistanê û şanda ENKSê pêşhatên herî dawî, rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, hebûn û rol û bandora hêzên herêmî û navdewletî li navçeyê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser giringiya yekrêzî, tifaq û karkirina bi hev re, ji hev têgihiştin û avakirina baweriyê di navbera alî û pêkhateyên Kurdistanî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kir.

Serok Barzanî got, ew ji bo hemû rengên alîkarî û piştgiriyê yên ji bo pêkanîna aramî, îstiqrar û çareserkirina aştiyane ya pirsgirêkan li navçeyê amade ye, ji bo ku çareseriyeke ji kêşeyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê re were dîtin.

Şanda ENKSê, behsa dawî pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê û rewşa Sûriyê û rola Başûrê Kurdistanê kir.

Her du alîiya herwiha tekezî li ser pêwîstiya tifaq û qebûlakirina hevdu di navbera pêkahte û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de kirin, ji bo ku ew nakokî û pirsgirêjên ku hene bêne çareserkirin û aramî û îstiqrar li herêmê were bidestxistin.

Di hevdîtinê de herdu aliyan herwiha nîgeraniya xwe li hember hewlên ji bo guhertina demografiya navçeyê û kiryar û reftarên çekdarên tundrew ên opozisyona Sûriyê nîşan dan.