Li Başûrê Kurdistanê îsal li gor par rêjeya barîna baranê çend qat zêde bûye

02-12-2018
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Rêveberiya Keşnasiya Kurdistanê Baran Barîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî sala bihorî, îsal li navçeyên Başûrê Kurdistanê rêjeya barîna baranê zêdetir bûye û li hin deveran asta barîna baranê gihîştiye 164 mm.

 

Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê rêjeya barîna baranê ji destpêka îsal ve heta niha û herwiha rêjeya barîna di sala bihorî de eşkere kir.

 

Li gorî amarên Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê, îsal li gor sala bihorî rêjeya barîna baranî li seranserê Herêma Kurdistanê zêdetir bûye.

 

Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, sala bihorî li Hewlêrê tenê 37 mm baran barîbû, lê ji destpêka îsal ve heta îro 02-12-2018, rêjeya barîna baranê li Hewlêrê gihîştiye 215 mîlîmetran.

 

Rêjeya barîna baranê li parêzgehên Başûrê Kudistanê di navbera sala bihorî û îsal de bi vî awayî ye:

 

Li Hewlêrê sala 2017ê tenê 37.6 mm baran barîbû lê ji destpêka sala 2018ê ve heta roja 02ê Kanûnê, bi qasî 215.2 mm baran bariye.

 

Li parêzgeha Silêmaniyê sala bihorî 106.4 mm baran barîbû lê di 2018ê de 222.3 mm baran bariye.

 

Herwiha li parêzgeha Duhokê par 35.5 mm baran barîbû, lê belê îsal 264.1 mm baran bariye.

 

Li Kerkûkê sala bihorî tenê 2.7 mm baran barîbû lê îsal rêjeya barîna baranê li wê parêzgehê gihîştiye asta 165.2 mm.

 

Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê herwiha diyar kiriye, li parêzgeha Helebceyê jî di sala 2017ê de 39.7 mm baran barîbû û îsal jî 134.3 mm baran bariye.

 

Rewşa hewayê di 2 rojên bê de

 

Berdevkê Rêveberiya Keşnasiya Herêma Kurdistanê, Ejî Çeto ji Rûdawê re ragihand, li gorî pêşbîniyan, heta du rojên din esmanê Herêma Kurdistanê dê li hin cihan bi ewr û li hin cihan jî bi tav be.

 

Ejî Çeto herwiha got, pileyên germa hewayê jî di navbera 9 heta 19 de dibe û asta dîtinê jî di navbera 5 heta 15 km dibe.

 

Di du rojên bihorî de ji ber barîna zêde ya baranê li çend bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê lehî rabûbû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst