Li Qamişlo êrişî xwepêşandana ENKSê û ofîsên 2 partiyan hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Alîgirên Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD) li gel hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê îro li bajarê Qamişlo êrişî xwepêşandana ENKSê û ofîsên her du partiyên PDK-Sê û PYKSê anko Yekîtî kir û gulle bi ser xwepêşanderan re avêtin.

 

Îro Encumena Nişîtmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo dest bi kombûneke cemawerî ji bo şermezarkirina girtina kesatiyên siyasî yên di zîndanên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê de kir.

 

Çavkaniyekê taybet ji nav bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, îro înê 2ê Kanûna 2016, hêzên Asayişa Qamişlo êrişî ofîsên her du partiyên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS anko Yekîtî) kirin û zirar gihandin kelûpelên di nava ofîsên wan partiyan de.

 

Heman çavkaniyê got, hêzên Asayişa Qamişlo gulleyên hewayî bi ser xelkê xwepêşander re avêtin.

 

Çavkaniyê Rûdawê ji Qamişloyê herwiha diyar kir, ku di encama teqekirina hêzên Asayişa Qamişlo de 5 xwepêşander bi gulle birîndar bûne û hejmarek kesên xwepêşander jî ji aliyên hêzên Asayişê ve hatine desteserkirin.

 

Heta niha 30 serkirde û endam û çalakvanên ser bi ENKSê ji aliyê Asayişa Rojava ve hatine girtin û di zîndanên Rêveberiya Xweser de ne.