Ji bo Hevseroka DBPê 150 sal zîndan hat xwastin

02-12-2016
RÛDAW
Nîşan DBP Sebahat Tuncel Amed Bakurê Kurdistanê Tirkiye Zîndan
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Ji bo Hevseroka Giştî ya DBPê Sebahat Tuncel 150 sal cezayê girtîgehê hat xwast.

 

Li gorî agahiyan lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel de dabû destpêkirina, hat bidawîkirin.

 

Sebahat Tuncel ji 5ê Mijdarê ve di Girtîgeha Silîviriyê de girtî ye.

 

Dadgeha 8emîn a Cezayên Giran a Amedê îro înê ji bo Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel daxwaza cezayeke giran kir û ji wê re 150 sal ceza xwast.

 

Dadgehê tohmetên weke ‘endamîtiya rêxistinê' û ‘encamdana propagandayan ji bo rêxistinê' arasteyê Tuncel kirin û li ser wê yekê li dijî wê doz vekir.

 

Îdianameya derheqê Tuncel de ji aliyê 8emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst