Sêyemîn rûniştina doza Apê Mûsa hat lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê, sêyemîn rûniştina doza terorkirina zana û nivîskarê kurd Mûsa Anter (Apê Mûsa) hat sazkirin. Di rûniştinê de kurî Apê Mûsa, Dîcla Anter jî amade bû.

Li gorî nûçeya DÎHAyê, di sêyemîn rûniştina doza terorkirina APê Mûsa de ku îro (02.11.2013) li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat sazkirin, cara yekemîn tohmetbarê bi navê Hamîd Yildirim ku par li devera Kumçatiya Şirnexê hatibû girtin her wiha efserê artêşê yê malnişîn Savaş Gevrekçî amade bûn.

kurê Apê Mûsa, Dîcle Anter jî li dadgehê amade bû. Rûniştin bi parastina parêzerên bersûcan dest pê kir. Parêzeran di parastina xwe de îdia kirin ku sûcdariyên derbarê Yildirim û Gevrekçî de nerast in. Paşê parêzerên dadgehê pirs ji bersûc Yildirim pirsîn. Di bersivên bersûc Yildirim de kelecanek û hêrsbûnek hebû û carna bi dengê bilind axaftin jî, bal dikişand.


Destpêkê parêzer Selîm Okçuoglu pirsa "Tu Mustafa Bakici nas dikî" ji bersûc Yildirim pirsî. Bersiva Yildirim ya, "Min carekî dîtiye. Min ew di xarineke ji hêla leşkeriyê ve hatibû dayîn de dît û me li wir merhebatî da hev" bal kişand. Dîsa di pirsa ji hêla Okçuoglu ya "Osman Demîr kî ye?" de Yildirim ev bersiv da: "Reyîsê eşîreta me ye. Her dem kesên payabilind tên gel wî."


Dîsa di pirsa parêzeran ya derbarê “Qereqola Botaşê” de ji Yildirim hat pirsîn, Yildirim her gav îdia kir ku ew xeta lûleyê ya Botaşê nas nake. Di pirsên parêzeran yên ku di çarçoveya dozê de ji hêla 'şahidê veşartî' ku xwe dispêrin beyanên kesê bi navê 'Ahmet' jî, Yildirim ev bersiv da: "Ez beyanên şahidê veşartî qebûl nakim. Ev derew in. Bila bê li vir îfadeyê bide." Dema parêzeran ji Yildirim pirs dipirsîn, hat dîtin ku bersûc efserê malnişîn Savaş Gevrekçî ji salona dadgehê hat derxistin û ew birin nexweşxaneyê.


Piştî parastinan, parêzer Tahîr Elçî xwest parêzerên stajer bikevin salonê. Lê ev daxwaz ji hêla serokê dadgehê ve hat redkirin. Serokê dadgehê ev tişt got: "Ev daxwaz ewlehiya min dixe binê metirsiyê. Li vir otorîte ez im."

Di dema Elçi pirs ji Yildirim dikirin, Dozgerê Komarê di guhê serokê dadgehê de tiştek got û ev rastî nerazîbûna Elçî hat. Ji ber bertekên Elçî, dozger ev bersiv da: "Tişta min got serok fêm kir. Ne girîng e hûn fêm bikin."

Her wiha serokê dadgehê jî ev tişt ji Elçî re got: "Hûn îro gellekî bi hêrs in. hinekî aram bin." Piştî axaftinan, Dîcle Anter mafê axaftinê wergirt û ev tişt got: "Qereqola Botaşê ez bixwe jî dizanim. Yekî ku li wir cerdevanî kiribe çawa nizane, ez fêm nakim. Ev qereqola ku ji bo her kesî dibû sedema tirsê, nenaskirina wê balkêş e."

Nivîskar û zanayê kurd Mûsa Anter ku wek Apê Mûsa tê naskirin, roja 20ê Îlona 1992an li taxa Seyrantepe ya Amedê rastî êrişa çekdarî hat û di bûyerê de jiyana xwe ji dest da û xwariyê wî Orhan Mîroglu jî birîndar bû.