Çekdarekî DAIŞê li Qamişloyê hat girtin

02-11-2024
RÛDAW
Nîşan DAIŞ Qamişlo HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) ên Rojavayê Kurdistanê çekdarekî DAIŞê li bajarê Qamişloyê girt.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) der barê girtina wî çekdarî de daxuyaniyek li ser malpera xwe da.

Li gorî daxuyaniyê de Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL) yên  HSDyê  duh operasyoneke ewlehiyê li bajarê Qamişloyê li dar xist.

HSDyê diyar kir ku di operasyona bi hevkariya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî de hate lidarxistin de çekdarê DAIŞê yê bi navê Kerem El Mişewît hat girtin.

Derbarî wî ev zanyarî hatin dayîn:

"Çete Kerem El Mişewit ji bajarê El Bûkemal ê Dêrezorê ye, lîsteya wî bi pêkanîna kiryarên terorî dagirtî ye.

Destpêkê cihê xwe di nava refên çeteyên Artêşa Azad (Ceyş El Hur) de girt, piştre tev li nava rêxistina DAIŞê bû."

Li gorî daxuyniyê Kerem El Mişewit “plana pêkanîna kiryarên terorî” li dijî herêmê dikir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst