Li Erziromê otomobîlek wergeriya hewşa nexweşxaneyê: 3 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya hewşa nexweşxaneya kevin û di qezayê de 3 kes mirin.

Otomobîla Muhammet Yildirim (30) diajot ji rê derket û wergeriya hewşa Nexweşxaneya Palandokenê ya berê.

Ji ber ku agir bi motora otomobîlê ket şofêr Yildirim û Muhammet Ayyildiz û Selîm Kiliç giran birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê her sê birîndar piştî midaxeleya ewil rakirin nexweşxaneyên li bajêr.

Lê tevî hewldanên bijîşkî her sê kes li nexweşxaneyê mirin.