Li Wanê şerê malbatan: 2 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li pêşiya nexweşxaneya Erdîşê malbatan şerê hevdû kir yek jê karmendê tenduristiyê 2 kes mir in.

Li gorî zanyariyan di navbera malbatên Tokay û Dîlmaç doh êvarê  ji ber pirsgirêkên darayî pevçûn derket.

Hêzên ewlehiyê ji malbata Dîlmaç kesek desteserkirin û îro danê sibehê dema ew birin nexweşxaneyê endamên malbata Tokay bi çekê êrişî wî kesî kirin.

Li gorî zanyariyan kesek jê karmendê tenduristiyê û kesekî din ê di nava şerê her dû malbatan de mabû mirin

Li gorî SerhatNewsê ji ber pevçûnê gelek kes birîndar bûne û  gelek kes jî hatine desteserkirin.

Hat ragihandin ku derdora nexweşxaneyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dorpêçkirin.