ROJEVA AMEDÊ - Gelo pêvajoyeke nû heye yan nîne?

02-11-2024
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Hakan Tahmaz û Bekîr Agirdir / Wêne: Rûdaw
Hakan Tahmaz û Bekîr Agirdir / Wêne: Rûdaw
Nîşan Pêvajoya Nû Tuncer Bakirhan Amed
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Li Amedê îro geşedanên vê dawiyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di rojeva Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û hinek akademisyenan de bû. 

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Amedê tev li civîneke partiya xwe bû û axivî.

Bakirhan diyar kir her çi qasî niha qala pêvajoyeke aştiyê tê kirin jî ew nikarin niha qala pêvajoyeke wiha bikin, ew tenê dikarin qala axaftinên li ser pêvajoyeke pêkan bikin.

“Bi qasî serê derziyekê jî ronahî hebe em amade ne”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan wiha got:

“Hevalên hêja hîn jî ti pêvajoyek dest pê nekiriye lê em bi dil û can dixwazin ev guftûgo veguhêzin pêvajoyekê.

Em ji xwe ji bo mizakereyê amade ne. DEM Partî ji bo diyalogê heye. DEM Partî ji bo bihêzkirina zemîna mizakereyê amade ye.

DEM Partî bi qasî serê derziyek jî ji bo çareseriyê ronahiyek bibîne, bi hemû rêxistin, endam û alîgirên xwe re dê bikeve nava hewldanan.”

Navenda Lêkolînên Civakî ya Amedê DÎTAMê jî li ser pirsa Kurd konferansek li dar xist.

Gelek akademisyen û rewşenbîrên Tirk jî di vê konferansê de amade bûn.

Di rojeva wan de jî pêvajoyeke pêkan a aştiyê hebû.

“Hîn jî ti nîşan derneketiye holê”

Lêkolîner Bekîr Agirdir ji Rûdawê re got:

“Niha çarçoveya ku desthilatdariyê daniye ev e, divê çekan deynin û teror biqede.

Lê em hemû dizanin ku pişt terorê rastiyeke din jî heye, ev jî hebûna pirsa Kurd e.

Gelo ev yek dê bigihije asta ‘Bila pêşî çekan deynin paşê em biaxivin’, helbet dikare bigihije wê astê.

Divê wisa jî be. Lê hîn jî ti nîşan derneketiye holê ku desthilatdariyê ti bernam, plan an jî projeyek wiha daye ber xwe.”

Yek ji beşdarên konferansa li ser pirsa Kurd jî Hakan Tahmaz bû.

Ew Serokê Weqfa Aştiyê ye û li gorî gotina wî ew nikaribe qala pêvajoyeke heyî bike jî ew dikare qala çawaniya pêvajoyeke pêkan bike.

"Ti pêvajo hîn jî çênebûye"

Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tanmaz jî got:

“Ti pêvajoyeke mizakereyê (guftogo) hîn çênebûye lê pêvajoyeke ku ev temas û diyalog pêkan e bigihije asta mizakereyan heye.

Heta ku em vê pêvajoyê jî nebînin, em nikarin bibêjin ka aştî dê pêk bê yan dê pêk neyê.”

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di 22yê Çiriya Pêşînê li Parlamentoya Tirkiyeyê axaftinek kiribû.

 Bahçelî di axaftina xwe de gotibû ger Ocalan banga çekdanînê li PKKyê bike dê rêya berdana Ocalan jî bê vekirin.

Ji wê rojê ve hemû alî li Tirkiyeyê li ser pêvajoyeke nû ya aştiyê radiwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst