Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) nasnemya şervaneke xwe eşkere kir ku li herêma Efrînê canê xwe ji dest daye.
HREyê ragihand ku Jiyan Cûdî Kanûna Paşînê ya 2024an li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.
Li gorî daxuyaniya HREyê li gel Jiyan Cûdiyê 4 şervanên din jî canê xwe ji dest daye.
HREyê da zanîn ku li gel Jiyan Cûdiyê, Çîçek Kobanê, Cûdî Reşo, Dilşêr Serêkaniyê û Cûdî Gabar jî canê xwe ji dest daye ku wan berê nasnameya wan bi raya giştî re parve kiribû.
Jiyan Cûdî xelka navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ye û navê wê yê fermî Bêrîvan Demîrcî ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse