Bajarê xelkê wî herî xemgîn Amed e

02-11-2023
Abdulselam Akinci
Li Amedê xelk gelek gazinan ji rewşa xwe ya aborî dike
Li Amedê xelk gelek gazinan ji rewşa xwe ya aborî dike
Nîşan Amed TUÎK Lêkolîn Xemgîn Bextewar
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li gorî lêkolîna TUIKê ya ya bi navê “Lêkolîna memnuniyeta ji jiyanê” Amed li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bajarê hêrî nebextewar e.

Bajarên Bakurê Kurdistanê di temamê rapirsî û amaran de her demê ji bajarên Tirkiyeyê cuda dibin.

Ango dema mirov berê xwe bide amarên rapirsiyên li ser rewşa aborî, mirov dikare bi zelalî bibîne kîjan bajarên Bakurê Kurdistanê ne.

Vê carê rapirsî li ser rêjeya bextewerî û razîbûna ji jiyanê hatiye kirin.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê ji sala 2003yan ve ji xelkê pirsiye ka ew çiqasî bextewer in û ji jiyana xwe razî ne.

Bajarê herî nebextewar: Amed

Li gorî lêkolîna sala 2022yan, bajarê Amedê li gorî hejmara niştecihên xwe bi rêjeya ji sedî 24,75 li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, bajarê herî xemgîn ango nebextewar derketiye.

Bajarê duyemîn jî bajarê Dêrsimê ye ku ew jî bi rêjeya ji sedî 24,2 ji jiyana xwe ne memnûn in.

Rihayî jî bi rêjeya ji sedî 21,04 di rêza sêyem de cih digre û ne kêfxweş e.

Bajarê herî bextewer bajarê Îsparta yê Tirkiyeyê ye.

“Sedem aloziyên siyasî ne”

Psîkolog Duygu Berakatoglu ji Rûdawê re got:

“Ez wekî psîkologekê di serlêderên xwe de bi giştî bêhêvîbûn û bêçaretiyê dibinim. Li vê erdnîgariya di nasname û xwehêskirina aîdetiyê de alozîyên siyasî hene.

Her ji ber van sedeman wekî koçkirin û şer gelekî travmayên me yên kolektîf hene. Ji ber aloziyên siyasî û binpêkariyên mafan hêviya xelkê şikestiye. Yanî li cîhê ku hêvî nebe ne pêkan e em behsa bextewariyê bikin.”

“Divê pirsgirêkên ciwanan were çareserkirin”

Civaknasê Prof.Dr.Rustem Erkan jî got:

“Li Amedê rewşeke spesifîk heye. Li bajêr di navbera 18 salî û 27 salî de 315 hezar nifûsa ciwan heye. Berî her tiştî divê ev pirsgirêka bêkariyê ya ciwanan were çareserkirin. Yanî sedema hemû pirsgirêkan yek jê ev e. Divê şertên jiyaneke ewle û bidestxistina kar were zêdekirin ku civakek ewle û aram were avakirin.”

Li gorî encama rapirsiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêjeya welatiyên bextewar di 2003an de ji sedî  59,6 bûye û di 2022an de hejmara giştî bextewaran kêm bûye û rêje daketîye ji sedî 49,7an.

“Em dixwazin îro bimirin”

Welatî Fesih Erdogan jî got:

 “Ez ji heyata xwe ne memnûn im. Di vê bihabûnê de ez dê çawa ji heyeta xwe memnûn bim. Em dixwazin îro bimrin ne sibê.”

Welatî Mecit Turgay jî got, “Ez ji heyeta xwe ne memnûn im. Çimkî şer hebe, aşîtî nebe kes ji heyeta xwe memnûn nabe.”

Dîsa li gorî encama lêkolîna TUÎKê ya 2022yan jin ji meran, nexwende ji xwendeyan, kal û pîr ji ciwanan, jin û mêrên zewicî jî ji nezewicî bextewartir in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst