Li Bedlîsê gumanbarê kemîn li ber bav û kur danîbû hat girtin

02-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Xêlatê ya ser bi parêzgeha Bedlîsa Bakurê Kurdistanê, bav û kurek ketin kemînê û di encamê de kur jiyana xwe ji dest da û bav jî birîndar bû. Derbarê bûyerê de kesek hat desteserkirin.

Li gor idiayan li bajarokê Pirxusê yê navçeya Xêlatê, kesekî bi navê Y.A ewil bi traktora wiha kir ku otomobîla  endamên malbata Pikbay qezaye bikin ku pêştir ji ber nakokiya erd di navberan wan de dijminatî hebû.

Pişt re Y.A bi çeka li kêleka xwe gule li kesên di otomobîlê de reşandin.

Di êrîşê de Abdullah Pîkbay ê ku di otomobîlê de bû jiyana xwe ji dest da û kurê wî Salîh Pîkbay jî  birîndar bû û bi ambûlansê bo nexweşxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê hatin veguhestin.

Di encama xebatên hêzên ewlehiyê de gumanbarê bi navê Y.A hat desteserkirin.

Herwiha hat zanîn ku par jî  ji ber heman dijminatiyê endamekî malbata gumanbar hatiye kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst