Li Rihayê pitikeke 3 rojî ji nexweşxaneyê hat revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê pitikeke nû ji dayikbûyî ji nexweşxaneyê hat revandin. Piştî bûyerê hêzên ewlekariyê bi operasyonekê 5 kes desteserkirin û ew pitik radestî malbata wê kirin.

Li gor zanyariyan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan a Rihayê pitikeke keç a malbatekê, piştî 3 roj ji dayikbûnê dema bavê wê hewil dida karûbarên nexweşxaneyê temam bike, daku ligel dayika wê ji nexweşxaneyê  derbirxe, pitika wan ji aliyê hinek kesan ve hat revandin.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlekariyê lêkolîn dan destpêkirin û ji kamerayên çavdêriyê destnîşankirin ku dû kesan ew pitik ji nexweşxaneyê revandiye.

Piştre hêzên ewlekariyê destnîşankirine ku kesên ew pitik revandine di maleke li navçeya Xelîliyê ya Rihayê de dimînin û li ser vê yekê operasyonek dan destpêkirin.

Di operasyonê de 5 kesên bi navên M.K. (18 salî ), A.K (17 salî ), A.K. (50 salî ), M.K. (48) û H.K' (50 salî) desteserkirin. Kesên destserkirî piştî temambûna karûbarên wan yên yasayî li navenda ewlekariyê bo dadgehê hatin şandin.

Tê gotin yek ji gumanbarên destserkirî M.K ku di heman demê de kesûkarek wê pitikê ye pere dane gumanbarê bi navê H.K daku wê pitikê ji nexweşxaneyê birevîne.