Efrîn: Çekdarên ser bi Tirkiyê îşkence li Kurdekî kirin

02-11-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Hêzên Tirkiyê Îşkencekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Çekdarên Opozisyona Sûriyê ya ser bi Tirkiyê ve li Efrîn a Rojavayê Kurdistanê welatiyekî Kurd bi tundî îşkence kirin û rewşa wî ya tendirustî xirab e.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihandiye ku welatiyê Kurd Arif Mamed Selmo yê 52 salî ku ji gundê Basofanê ye, li ser rêbenda gundê Tirindê, nêzîk bajarê Efrînê rastî lêdan û îşkenceya tund hatiye.

Hevjîna Arif Mamed Selmo, Xezal Selmo, li zindanên grûpên çekdar girtiye û ji aliyê dadgehên Tirkiyê ve bi 6 sal zindan hatiye mehkûmkirin.

Dema welatiyê Kurd nûçeya reva girtiyan ji zindana Maretê bihîstiye çûye û li çarenivîsa hevjîna xwe pirsiye.

Dema ku ji Efrînê vedigeriya gundê xwe, li ser rêbenda Tirindê çekdarekî ku berê di nav el-Cebhe el-Şamiye de bû û navê wî Ebû Hesen e, welatiyê Kurd nas kiriye û bi tundî lêdaye.

Di encama birînên giran de, Arif Mamed Selmo ji bo nexweşxaneyeke Idlibê hatiye rakirin û li beşê çavdêriya tund hatiye razandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst