Li Şirnexê meş, civîn û çalakî bo 5 rojan hatin qedexekirin

02-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Şirnexê ragihand, li parêzgehê meş, çalakî û xwepêşandan bo 5 rojan hatin qedexekirin.

Li Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bi dawî nabin. Parêzgariya Şirnexê li tevahiya parêzgehê, hemû cure meş, çalakî û xwepêşandan ji 2ê Mijdarê ve bo 5 rojan qedexe kirin.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyê de got: “Ji bilî çalakiyên wek cejnên fermî, bîranînên fermî û merasîm, bername, civîn û xwepêşandanên ku parêzgarî û qeymeqamtî destûrê bidin li hemû parêzgehê, civîn, xwepêşandan, pêşwazîya bikom û oxirkirin, daxuyaniyê ku sazî li derveyî avahiya xwe bikin, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vedana kon, merasîmên bîranînê û konser û hemû cûre çalakî bo 5 rojan hatine qedexekirin.”

Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, piştî hewla darbeya Temûza 2016an bi hincetên cuda meş, civîn, çalakî û xwepêşandan tên qedexekirin û qedexe berdewam tên dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst