Li Dêrsîmê 2 polîs û 2 cendirme birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qisle ser bi parêzgeha Dêrsîmê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û di encam de 2 polîs û 2 çawîşên pispor ên cendirme birîndar bûn.

Li navçeya Qisle li herêma Pirdesor, otomobîla zêrevanên qeymeqamê navçeya Qisleyê Ugur Tutkan, ji ber baranê û şilbûna rê wergeriya.

Di bûyerê de 4 zêrevanên di otomobîlê de ku 2 jê polîs û 2 jî cendirme bûn birîndar bûn.

Her 4 birîndar bo Navenda Tendirustî ya Civakê ya Pilemûriyê hatin veguhestin û ji wir jî 2 birîndar bo parêzgeha Erzînganê û 2 birîndar jî bo parêzgeha Dêrsîmê hatin veguhestin. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran bi giştî baş e.