Baroya Şirnexê derbarê Rêveberiya Girtîgeha Şirnexê de doz vekir

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Şirnexê ragihand, ji ber lêdana hinek girtiyan li Girtîgeha Şirnexê, derbarê rêveberî û fermanberên girtîgehê de doz vekiriye.

Baroya Şirnexê roja Duşembê 1ê Mijdara 2021ê derbarê êrîşa ser girtiyan ji aliyê gardiyanan ve, daxuyaniyek belav kir û dibêje, ji ber îşkencekirin, birîndarkirina bi qest, gefxwarin, sivikayetîkirin, pêkanîna tawanê nefret û kînê, xirab bikaranîna desthilatê û karên xirab, li Dozgeriya Giştî ya Şirnexê dijî Rêveberê Girtîgeha Şirnexê, cîgirê rêveber, gardiyan, pizîşk û karmendên girtîgehê doz vekiriye.

Roja 23ê Cotmeha 2021ê nêzîkî 35 girtî li Girtîgeha Şirnexê ji ber di dema jimartinê de ranebûne ser piyan, hejmareke zêde ya gardiyanên girtîgehê çûbûn hundir û êrîşî girtiyan kiribûn. Di êrîşê de hinek girtî birîndar bûbûn.

Piştî bûyerê, Komeleya Yasanasên Azad û Komeleya Mafên Mirov bi hevbeşî serdana Girtîgeha Şirnexê kirin û ligel girtiyan hevdîtin pêkanîn û piştre derbarê bûyerê û binpêkirinên nav girtîgehê de raportek bo raya giştî belav kirin.

Li gor zanyariyan roja 30ê Cotmehê girtiyên birîndar bê wêya ku li nexweşxaneyê çareseriyê werbigrin bo girtîgehên din hatine veguhestin.