Berdevkê Artêşa opozîsyona Sûriyê: Tirkiye êrîş nake

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê fermî yê Artêşa Niştimanî ya opozîsyona Sûriyê Raid Yûsif Hemûd egera êrişeke Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê red kir û got: “Zanyariyên derbarê destpêkirina operasyoneke serbazî li dijî Kurdan de şerekî derûnî ye.” Şandiyê berê yê Amerîka jî ji bo Sûriyê James Jeffry dibêje, Serokê Amerîka Joe Biden lampa kesk ji bo destpêkirina operasyoneke din a Tirkiyê li ser Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê vênexistiye.

Berdevkî fermî yê Artêşa NIştimanî ya opozîsyona Sûriyê Raid Yûsif Hemûd gotegotên destpêkirina operasyoneke serbazî bo ser bakur û Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê red dike.

Raid Yûsif Hemûd di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê got, zanyariyên derbarê destpêkirina operasyoneke serbazî de ligel artêşa Tirkiyê li dijî Kurdan şerekî derûnî ye ku Rûsya dike.

Raid Yûsif Hemûd got: “Gotinên li ser operasyoneke serbazî tên kirin, û bi taybet tişta ajansa Sputnik belav kiriye ku şer dê roja sêşemê destpê bike, ev hemû gotegot in û di çarçoveya şerê derûnî yê ku Rûsya li ser aliyên ku diyalogê dikin encam dide, bi taybet jî herdu rojên borî zanyarî gihiştine me ku diyalog û danûstandin di navbera HSD û PYD û rejîma Sûriyê de hene.”

Berdevkî fermî yê Artêşa NIştimanî ya opozîsyona Sûriyê îdia dike ku Rûsya dest bi şereke derûnî kiriye û dibêje: “Diyar e ev diyalog gihiştine keşûhewayeke aloz, êdî Rûsyayê xwest şerê derûnî bike, li ser danûstandinên herdu aliyan û idîa kir ku Artêşa Tirkiyê û hêzên Artêşa Niştimanî ya Sûrî dê operasyonekê bo ser pêgehên HSD roja sêşemê encam bidin. Tişta hatî goti hemû gotegot in û di çarçoveya şerê Rûsyayê de tê, da ku meramên xwe cîbicî bike.”

Pirsa egera êrîşeke nû ya Tirkiyê bo ser HSD, ji Berdevkê Pentagonê John Kirby hate kirin, lê wî ti şîrove nekir û got: “ Şervanên Hêzên sûriyeya Demokratîk hevbeşên Amerîkayê ne di şerê li dijî DAIŞê de li Sûriyê. Amerîka vê hevbeşiyê bi cidî werdigire.”

Derbarê heman mijarê de,  Şandeyê berê yê Amerîka bo Sûriyî James Jeffrey ku wekî dostekî Tirkiyê tê naskirin jî, got: “Serok Biden gulopa kesk ji bo operasyoneke serbazî ya Tirkî li bakurê Sûriyê pênexistiye. Ne pêkan e Amerîka dest ji hevbeşiya xwe li gel HSD berde. Hevkariyeke berdewam li ser erdê di navbera hêzên Amerîkî û hêzên HSD de heye.”

Li gorî zanyarên taybet ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidest xistine, li hember gefên Tirkiyê, kar ji bo hevahengiyeke serbazî berfireh di navbera hêzên Rûsya, Sûriye û HSD tê kirin. Ji bo hevahengiyê hewl bi taybet li hersê navçeyên Tiltemir, Eyn Îsa û Şehba tên dayin.