Encûmena Sûriyeya Demokratîk bersiva Esed da

02-11-2019
RÛDAW
Nîşan Çarenivîsa Rojava MSD Beşar Esed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD), bersiva Serokê Sûriyê Beşar Esed da û ragihand ku ew ji bo danûstandinên ligel Sûriyê amade ne.

Encûmena Sûriyeya Demokratîk di daxuyaniyekê de amadebûna xwe ji bo danûstandinan ligel Hikûmeta Sûriyê ragihand.

Di heman daxuyaniyê de Encûmena Sûriyeya Demokratîk bersiva axaftina Serokê Sûriyê Beşar Esed da, ku di hevpeyvîna xwe ya roja pêncşemê de, behsa rewşa Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê kiribû.

Encûmena Sûriyeya Demokratîk ragihand ew ji bo pêkanîna platformekê amade ye, ku ji aliyên opozisyona rasteqîne, weke ku binav kiriye, ew jî bi armanca destpêkirina danûstandinan ligel Hikûmeta Sûriyê, bi bêyî mercên pêşwext û li ser prensîpên niştimanî ji serwerî û yekîtiya xaka Sûriyê.

Daxuyaniya MSDê nîşan bi wê yekê daye ku eger Şam li beramber vê helwesta Encûmena Sûriyeya Demokratîk bi erênî tevgerê bike êdî ew jî dê rêzê ji vê gava Şamê re bigirin.

Herwiha Encûmena Sûriyeya Demokratîk hevtêgihiştina leşkerî ya navbera HSDê û Artêşa Sûrî, bi serperiştiya Moskowê, destpêka avakirina baweriyê binav kiriye û rê liber şiroveyên şaş digire ku Rêveberiya Xweser parçekirin e yan hewlên cudarkariyê ye.

Beşar Esed di hevpeyvînekê de li gel televîzyona fermî ya hikûmetê li Şamê di derbarê rêkeftina HSDê û hikûmeta Şamê de jî ragihandibû, derbasbûna hêzên wan bo bakurê Sûriyê, tenê di warê leşkerî de nîne, çendîn warên din ên xizmetguzarî û beşên din jî li xwe digre.

Beşar Esed gotibû, ew dê serweriya xwe li tevahiya axa Sûriyê bisepînin, lê ev yek dê pêngav bi pêngav û hêdî hêdî be.

Derbarê çarenivîsa Kurd li Sûriyê de jî, Beşar Esed gotibû, divê daxwazên pêkhateya Kurd ji cudaxwaziyê bêne cudakirin û di vegera dewletê bo navçeyên bakur de dive pêkhateya Kurd li ber çav were girtin.

Esed herwiha bi dabeşkirina Kurdan bi çend beşan diyar kir, “grûpeke Kurd hene ku pêwnediya wan li gel dewletê baş û niştimanî bûye, lê belê beşek jî sîxûr bûn û pişta xwe dane Amerîkayê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst