Li Tirbe Sipiyê xwepêşandana "Roja Piştevaniya Kobanî"

Tirbe Sipiyê (Rûdaw) - Di Roja Piştevaniya Kobanî de li çend bajarên Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan hatin kirin û têde daxwaz ji civaka navdewletî hat kirin ku helwesta xwe li hember gef û êrîşên ser deverê nîşan bide.

 

LI bajarê Tirbe Sipiyê û çend bajarên din xwepêşandan hatin lidarxistin, têde êrîşên Artêşa Tirkiyê li ser Kobanî û Girê Sipî hatin protestokirin.

 

Xwepêşanderan daxwaz kir, ku hêz û aliyên Kurdî bi yekdengî vê qonaxê bi hev re derbas bikin, daku dever ji her gef û metirsiyekê bê parastin.

 

Welatiyekî ku beşdarî xwepêşandanê bû, ji Rûdawê re ragihand, ku weke erkekî netewî divê gel û hêzên siyasî destê xwe bidin hev û diyar kir: “Berî sê rojan bû roja ku Pêşmergeyê qehreman bi hev re, bi biryara Parlementoya Kurdistanê û Serok Barzanî berê xwe dan Kobanî û karîbûn bi hev re ew û YPG destê xwe bidin hevdû û DAIŞ û terorîstan hemû bişkênin, karîbûn Kobanî rizgar bikin. Hat îsbatkirin ku eger em Kurd ne bi yekîtî bin, emê nikaribin tiştekî bikin.”