Buldan: Dibe bo partiyên Kurdistanî jî şaredarî werin dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand, hevdîtinên wan ên li gel partiyên Kurdistanî bo tifaqa hilbijartinê bi erênî berdewam dikin û got, “Hevdîtin hinek di çarçoveya yekîtiya neteweyî de ne.”

 

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan di axavtineke xwe ya li gel malpera Tirkî ya bi navê Gazete Duvarê de behsa hewldanên tifaqa partiya wan a li gel partiyên Kurdistanî yên li Bakurê Kurdistanê kir.

 

Pervin Buldan di derbarê vê mijarê de got: “Partiyên ku me li gel wan hevdîtin kiriye, hemfikr in ku li hemberî qeyûman pêwîstî bi yekrêziyê heye. Lê ev hevdîtin tenê ne warê qeyûman de ne. Em li hemberî guvaş, operasyon û girtinên li dijî Kurdan jî li ser yekîtî û ligelheviya Kurdan radiwestin.”

 

Hevseroka Giştî ya HDPê destnîşan kir ku ji ber vê yekê nabe ku ev tifaq wek “tifaqa hilbijartinê” were binavkirin û got: “Hevdîtin hinek di çarçoveya yekîtiya neteweyî de ne. Hilbijartin demkî ne lê di warê ligelhevbûn û yekrêziyê de dibe sedem. Hevdîtin berdewam dikin. Bo encamê hêj dem zû ye. Em dê ji 15 rojan carekê tekez werin gel hevdu.”

 

Pervin Buldan herwiha bo gotinên Selahattin Demirtaş ên di derbarê tifaqa li gel partiyên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê de da zanîn, ku ew jî wek Demirtaş difikirin û got: “Gava pêwîst be, dibe bo wan (partiyên Kurdistanî) jî şaredarî werin dayîn, endamtiya meclîsên şaredariyan werin dayîn. Di çarçoveya pêdiviyan de dibe ev tişt di encama hevdîtinan de pêk werin.”

 

Hevserokê Giştî yê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtiye, di hevpeyvîneke xwe de li ser tifaqa li gel partiyên Kurdistanî gotibû: “Li gor baweriya min divê bi taybetî di çarçoveya hevpeymaniyeke li gel partiyên Kurdan de ji kevneşopiyên cuda yên siyasî berbijêrên li gor van krîteran û bi taybetî tekez divê berbijêrên ku dê nûnertiya kîtleya me ya mihafezekar bikin, bi awayekî xurt di lîsteyan de cih bigirin.”