Penaberên Rojava ji ber êrişên Heşda Şeibî nîgeran in

Duhok (Rûdaw) – Penaberên Rojavayê Kurdistanê li nahiyeya Faîde û kampa Domîz bi êrişên Heşda Şeibî yên bi ser deverê wan nîgeran in û gefên Bexdayê red dikin.

 

Nahiyeya Fayîde yek ji wan deveran e ku Hikûmeta Iraqê dixwaze desthilat û hêza xwe ya çekdarî li ser bisepîne. Nêzîkî nîvê niştecihên nahiyeya Fayîde û kampa Domîz a ser bi nahiyeyê, penaberên Rojavayê Kurdistanê ne û gefên Bexdayê red dikin.

 

Kurdên Rojava diyar dikin, ku eger Heşda Şeibî û Hêzên Iraqê werin deverên ku ew lê ne, ewê ji cih û warê ku ew lê ne derkevin.

 

Jineke ji Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kir: “Em ji wir reviyan û em hatin vê derê, va ye li vir jî li me dixin, hûn dibînin halê me çi hal e.”

 

Penaberên Rojava aşkere dikin ku ew ji rejîma Sûriyê reviyane, êdî naxwazin têkevin bin desthilatdariya hêzên hemahengê wê rejîmê.

 

Welatiyekî Kurd destnîşan kir: “Em li vir penaber bûne û me dît em di bin sîbera ala Kurdan in. Ez ji dewletên zilhêz û NY dixwazim alî me bikin ji bo ku vê zexta Heşda Şeibî ji ser Kurdistanê rakin û em careke din penaber nebin.”