Li Rojhilatê Kurdistanê 3 kes hatin îdamkirin

02-11-2016
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 3 girtiyên kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin îdamkirin û li Serdeştê jî kolberek hat kuştin.


Li gor zanyariyên Rûdawê re şeva borî sê welatiyên kurd li bajarê Ormiyê yê rojhilatê kurdistanê hatin bidarvekirin.

 

Şeva borî sê girtiyên kurd bi navên Derwêş Munezemî, Şueyb Hatemî, Ferhad Ehmedî li girtîgeha Ormiyê bi tometa bazirganîkirinê bi madeyên hişber hatine bidarvekirin.

 

Ji aliyê din ve li sînorê bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek bi gulleya hêzên pasdarên Îranê hat kuştin.

 

Welatiyê kurd ê bi navê Osman Ezîzî li nêzîkî gundê Dermanava yê Serdeştê hatiye kuştin.  

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst