Gellek kaniyên Serêkaniyê ziwa bûne

02-11-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Serêkaniyê (Rûdaw) - Bajarê Serêkaniyê li Rojavayê Kurdistanê, bajarekî pirr avî bû. Berî serdema zuhabûnê, derdora 300 kaniyên ava şêrîn li bajêr û derdora wî hebûn. Niha, ew kanî ziwa bûne. Ev jî bûye sedema diyardeya hişkbûna erdê li nav cade û kolanên bajêr.


Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku ser bi Hesekê ve ye, diyardeya xewrbûna erdê li cade û kolanên bajarî zêde bûye. Ev diyarde bi taybet li nizîk torên avrêjê zêde bûye.


Tîmên ser bi şarederiya bajêr ve wan mixareyên jêrzemîn bi qûm û keviran dadigrin û torên avrêjê çak dikin.


Welatiyê bi navê Ebdulkerîm derbarê vê yekê de wiha got: “Derbarê diyardeya xewrbûnê de, li vir ji nişka ve erd xewir bû û çalake mezin vebû, lingê welatiyekî kete wê kurtê de. Dema me ew derxist, me dît ku mixareyeke mezin vebûye. Me xeber da şarederiyê û tîmên wê hatin û xemsarî nekirin, derdora 14 metroyên çargoşe ji qûmê anîn û ew mixare pê girtin."


Derbarê sedemên vê diyardeyê, nerînên cuda hene. Hin pispor dibêjin ku sedem kevinbûn û têkçûna torên avrêjê ne, hin jî dibêjin ku nizmbûna asta ava jêrzemîn û corê axê dibin sedemên vê diyardeyê.


Hevserokê Şarederiya Serêkaniyê Salih jî got: "Hin kevirên hişk hene dema av ji wan qut dibe, diherifin. Herwiha bargiraniya avahî û otomobîlên barhilgir jî hin caran bandorê dikin û erd xewir dibe. Ev yek bandora xwe li xelkê dike bi taybet li zarokan, lê rewş ev e. Me weke şaredariya gel daxwaz li saziyên navdewletî kiriye ku alîkariya me bikin."


Li devera Serêkaniyê, berê nêzîka 300 kaniyên ava şêrîn hebûn, hemû jî niha zûha bûne û dibe ku vê yekê bandora xwe li axa deverê kiribe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst