Atalay: Em dê pirsan yek bi yek çareser bikin

02-11-2015
RÛDAW
Nîşan Beşir Atalay Wan AK Partî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Parlamenterê AK Partiyê yê Wanê Beşir Atalay ragihand mimarê “pêvajoya çareseriyê” AK Partiyê û got, ew dê pirsan yek bi yek çareser bikin.

 

Parlamenterê AK Partiyê Beşir Atalay li Serokatiya AK Partiyê ya Wanê encamên 1ê Mijdarê nirxand.

 

Beşir Atalay amaje kir ku Tirkiyê hilbijartin bi awayekî aramî derbas kir û got, gel AK Partî dîsa kir desthilatdar û wiha domand: “Em dê ji niha pê ve mijûlî pirsên kronîk (domdar) bûne, bibin.”

 

Atalay anî ziman ew dê hewl bidin sozên di pêvajoya kampanyayên hilbijartinan de dayîn bicih bikin û got, ew bawer dike desthilata AK Partiyê dê ji bo herêmê gavên bibandor bavêje û wiha pê de çû:

 

“Em partiya aştî û çareseriyê ne. Em weke AK Partiyê mijarên neyên behskirin behsê dikin û mijarên neyên çareserkirin, çareser dikin. Cesareta me heye.”

 

Parlamenterê Wanê herwiha got, partiya li herêmê ya rikeberê wan dê dersê ji encamên hilbijartina werbigire û AK Partî nûneritiya her kesî dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst