Li Agiriyê leşkerek mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê leşkerek di qezayeke trafîkê de mir.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser mirina wî leşkerî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku leşkerê bi navê Burak Genîş di qezayeke trafîkê de miriye.

Li gorî daxuyaniyê Burak Genîş çawîşê pispor bûye.