Mesrûr Barzanî mizgîniyek da: Kahrebaya 24 saetî!

Hewlêr (Rûdaw)- Mesrûr Barzanî diyar kir ku dê di demeke nêzîk de li hemû Kurdistanê kahrebaya 24 saetî dabîn bikin.

Alîkarê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî, di çarçoveya bangeşeya partiya xwe de bi xwendekar, ciwan û jinên Hewlêrê re civiya û gotarek pêşkêş kir.

Mesrûr Barzanî ragihand ku PDK dê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de serkeftineke mezin tomar bike û got:

“PDKyê ev tecrubeya Herêma Kurdistanê ava kir û dê PDK vê tecrubeyê biparêze.

PDK xwediyê vê tecrubeyê ye. Înşalah em dê di van hilbijartinan de serkeftina herî mezin bi dest bixin.

PDKyê di avakirina Kurdistanê de roleke mezin lîstiye.

Di kabîneyên li pey hev ên bi serkêşiya PDKyê de, em dibînin ku Kurdistan ber bi kîjan qonaxê ve çûye û Kurdistan bi çi rengî geş bûye.”

“Em dê elektrîka 24 saetî bidin welatiyan”

Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa projeyên xizmetguzariyê kir û wiha axivî:

“Li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê, bê cudahî ji bo baştirkirina pêwîstiyan bernameya me ya xizmetguzariyê hebû.

Em dê berdewam bin li ser bicihkirina hemû xizmetên ku ji bo we girîng in.

Yek ji wan elektrîk e ku ez dizanim ji bo we hemûyan girîng e.

Bi îzna Xwedê, li hemû Kurdistanê em dê 24 saetan kahrebayê dabîn bikin.”

Mesrûr Barzanî di berdewamiyê de behsa dirûşmên PDKyê yên hilbijartinan kir û wiha got:

“Dirûşma me behsa yekîtiyê dike. Em dixwazin li gel hemû ol û neteweyên cuda li Kurdistanê bi hev re bin.

Em serbilind in ku PDK her tim mafê hemû netewe û olan parastiye.

PDK şanaz e ku parastina van mafan kiriye û dê di parastina mafên her kesî de berdewam be.”

Bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 25ê Îlonê dest pê kir û heta 15ê Çiriya Pêşînê dê berdewam bike

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dê 20ê Çiriya Pêşîn werin kirin.

Li 4 bazineyên hilbijartinan mafê 3 milyon û 789 hezar kesî yê dengdanê heye.