Rojîn hîn jî nehatiye dîtin: ‘Kezeba min dişewite’

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rojîn Kabaîş Wan Winda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, Rojîn Kabaîşa xwendekara zanîngehê ji 27ê Îlonê vir ve winda ye û tu xeber jê nayê hildan.

Xebatên lêgerîna Rojîn Kabaîşê berdewam dikin.

Rojîn Kabaîşa ku li Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê xwendekara Beşa Pêşdibistanê ye, roja înê êvarê ji hevalên xwe re got ku ew dê ji bo berhevkirina kevirên hûr ên li qeraxê avê here golê û ji kêliya vir ve winda ye.

Ji bo dîtina Rojîn Kabaîşê hem di golê de hem jî li qeraxan xebatên lêgerînê berdewam dikin.

Xozneber bi cîhazên lêgerîna binê avê, di binê golê de lêgerînê dikin.

Bavê Rojînê Nîzamettîn Kabaîş ji rojnamegeran re got ku xebatên lêgerînê 5 roj in berdewam dikin.

"Keça min tu li kû derê yî?"

Nîzamettîn Kabaîş diyar kir ku hemû êş û elemê dikişînin û wiha dewam kir:

"Ez ricayê ji her kesî dikim, eger hinekan dîtibe, haya wan jê hebe bila xeberê bidin me.

Eger bi revandin biribin, ez ne gilîdar im. Eger keça min sax û silamet bîne, ez dê gelekî kêfxweş bibim.

Ez ji kesekî gilîdar nabim. Înşaleh sax e û ew dê bê dîtin.

Êşa me hemûyan yek e, ez ji vê bawer im. Hemû kes wekî min pê diêşe.

Ez bangî her alî dikim, ez bangî Rojînê dikim. Keça min tu li kû derê yî?

Eger tu dijî bila haya me ji te hebe.”

“Kezeba min dişewite."

Dayik Aygul Kabaîşê jî anî ziman ku herî dawî bi dîmen pê re axiviye û careke din pêwendiya wan çênebûye û wiha pê de çû:

"Ji min re got, ez dê herim markêtê qehweyê bikirim û vegerim. Min jî got, qehweyê bikire û derbasî odeya xwe bibe û dîsa telefonî min bike.

Demek ji ser re derbas bû deng jê nehat. Pişt re min peyameke dengî jê re şand lê dîsa deng û bersiv jê nehat.

Roja din polîsan telefonî me kir û wan got keça we bi şev neçûye şevîmanê.

Ez ketim fikaran û min careke din telefonî wê kir lê polîsan bersiv da.

Polîsan got me telefon li peravê dîtiye. Ez ricayê dikim, Rojîna min, keça min ji min re bînin. Kezeba min dişewite."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst