COLEMÊRG - Mêşvan ji xêr û bereket û kalîteya îsal a hingiv razî ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Li Colemêrgê mêşvanan berhevkirina hingiv ku mehek berê dabûn destpêkirin, bi dawî kir / Wêne: AA
Li Colemêrgê mêşvanan berhevkirina hingiv ku mehek berê dabûn destpêkirin, bi dawî kir / Wêne: AA
Nîşan Mêşvan Colemêrg Hingiv
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Colemêrgê mêşvanên ku hingivê gul û kulîlkan hildiberînin, ji kalîte û xêr û bereketa îsal a hingiv razî ne.

Li Colemêrgê hezar û 265 mêşvanên xwemalî û nêzîkî 100 mêşvanên gerok li navend û navçeyan li zozanên bilind û herêmên çolter bi cih bûne.

Li wan cihê ku ji aliyê florayê ve dewlemend in nêzîkî 170 hezar kewarên hingiv hene.

Li Colemêrgê mêşvanan berhevkirina hingiv bi dawî kir ku mehek berê dest pê kiribû.

Mêşvana dest bi berhevkirina kewarên reş jî kir û xêr û bereketa îsal a hingiv rûyê wan geş kir.

Serokê Yekîtiya Mêşvanên a Colemêrgê Fazil Durmuş diyar kir ku mêşvanan kewarên xwe danîne cih û warên bilind û wiha dewam kir:

"Ji ber vê yekê jî nektarên ku mêş ji çîçekan berhev dikin, bi kalîte ye. Şekir nadin mêşan.

Hingivê li vê derê yê rastîn e. Bi sermayê re em kewarên mêşan dibin cihên wekî Cizîr, Mêrsîn, Edene û Antalyayê.

Li herêmê nêzîkî 170 hezar kewarên mêşan hene û mêş di wan de hingiv didin.

Cihên ku xêr û bereket li wan heye ji serê kewarê kêm zêde 10-15 kîlo hingiv tê."

"Xêr û bereket pir zêde ye"

Mêşvan Dervîş Kulayê ku ji Şirnexê çûye Colemêrgê jî wiha got:

"Me berhevkirina hingivê kewarên normal bi dawî kir. Me dest bi hingivê kewarên reş kir.

Ev xwerû hingiv e, tê de ti tişt nîne. Keşûhewayê îsal baş bû, xêr û bereket jî pir zêde ye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst