Li Rihayê qeza: Kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya, kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Otomobîla ku Mehmet Eryol diajot, li 20emîn kîlometreya rêbeja Riha-Mêrdînê ji kontrolê derket, li bariyeran qelibî û wergeriya.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîs çûn cihê qezayê.
Di qezayê de li gel şofêr, Suphî, Ramazan û Ahmet Eryol birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Şofêr Mehmet Eryol tevî hemî midaxeleyên jî li nexweşxaneyê mir.