AMED – Li kargeha mirîşkan stûyê jinekê ket ber mekîneyê û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li kargeha hilberîna êmê mirîşkan stûyê jineke Sûriyeyî ket ber makîneyê û ew mir.

Şeva borî li navçeya Bismilê jina ji Sûriyeyî ya bi navê Hasne El Asad a 24 salî dema li kargeha hilberîna êmê mirişkan kar dikir stûyê wê ket ber makîneyê.

Hevjînê wê ew bi birîndarî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.

Jina 24 salî li gel hemû midexaleyan jî li nexweşxaneyê mir.

Tîmên tenduristiyê termê wê bi armanca otopsiyê veguhast Saziya Tiba Edlî.

Derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin û 2 kes jî hatin desteserkirin.

Meclîsa Ewlehiyê ya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya Tebaxa 2024an a li ser mirina karkeran belav kiribû.

Li gorî wê raporê, tenê di nav mehekê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 179 karker dema li ser kar in mirine.