Erebên hawirde li gundê Kurdên Êzidî zeviyên zeytûnan talan kirin

02-10-2023
Hisên Omer
Talankirina zeytûnan
Talankirina zeytûnan
Nîşan Efrîn Kurdên Êzidî Darên Zeytûnan Dizî Talankirin Gundê Bafelûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Bafelûnê yê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku nişteciyên wî Kurdên Êzdî bûn, Erebên hawirde û çekdarên grûpa Siltan Mûrad zeviyên zeytûnên cotkarên Kurd talan kirine.

Çekdarên muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê û Erebên hawirde piştî dizî û talankirina berhemên vê zeviyê, darzeytûn jî têk dane.

Li gorî raporeke Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn - Sûriyeyê, 23yê Îlonê, Erebên hawirde, bi alîkariya çekdarên grûpa Siltan Mûrad ev zevî talan û wêran kirine.

Heman rêxistinê da zanîn, berhemên ku jî vê zeviyê hatine dizîn ji bo guvaştekeke bajarê Ezazê hatine birin.

Çalakvana Kurd a Êzidî Zêneb Cimo ku bixwe jî ji Gundê Bafelûnê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ye, binpêkirinên li navçeyê dibin belge dike.

Zêneb Cimo li ser binpêkirinên çekdar û Erebên hawirde ji Rûdawê re axivî û wiha got:

"Ez weke keseke ji Gundê Bafelûnê dixwazim du nûçeyan tekez bikim.

Yek jê ji roja dagirkirina Efrînê heya îro ji xelkê Bafelûnê kesek venegeriyaye ser mal û milkên xwe.

Nûçeya duyemên jî, ev berhevkirin û diziyên darên zeytûnan ên vê dawiyê yên li Bafelûnê nûçeyeke rast e.

Zeytûn berhev kirine û şandine Ezazê û ew çiqlên wan daran jî bi hovîtî birîne."

Li gorî amarên fermî, berî dagîrkirina Efrînê, zêdetirî 22 milyon darzeytûn li Efrînê hebûn.

Ji wan nêzikî 2 milyon darzeytûn ji aliyê çekdar û hawirdeyan ve hatine birîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst