Li Wanê bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 26 kes hatin girtin

02-10-2023
RÛDAW
Nîşan Qaçaxçîtiya Koçberan Wan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, meha borî bi hinceta qaçaxçîtiya koçberan 26 kes hatin girtin.

Rêveberiya Ewlehiyê ya Wanê ragihand ku kar û xebatên rêgirîkirina koçberên neyasayî berdewam in.

Li gorî Rêveberiya Ewlehiyê, li tevahiya parêzgehê ji bo desteserkirina qaçaxçî û koçberan di navbera 1-30ê Îlonê de 14 operasyonên cuda hatine kirin.

Di operasyonan de bi hinceta “qaçaxçîtiya koçberan û bazirganiya mirovan” 41 kes hatin desteserkirin û ew birin Rêveberiya Ewlekariyê ya Wanê.

Piştî karên îfadedayînê 41 kes ji bo Dadgeha Wanê hatin şandin.

Dadgehê ji bo 26 kesan biryara girtinê da û 15 kes jî berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst