Li Farqînê Yekemîn Mîhrîcana Ser Rezan hat lidarxistin

02-10-2023
Abdulselam Akinci
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Farqîn Mîhrîcana Ser Rezan Kanî Spî
A+ A-

Farqîn (Rûdaw) - Li gundê Kanî Spiyê yê navçeya Farqînê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê, ji aliyê Komeleya Çand û Hunerê ya Farqînê (FARQÎN-DER) Yekemîn Mîhrîcana Ser Rezan hat lidarxistin.

Werzê mehserê ango çêkirina dims û beniyan destpêkir. Li her gundeki ku rez lê henê amakdekariyên zivistanê tên kirin.

Armanca mîhrîcanê berdewamiya çanda bi sedan salan a çêkirina dims û beniyan dewam bike û cotkariya rezvaniyê geş bibe.

Rezvan ji kare xwe razî ne lê ew dibêjin ji ber germa zede ya îsal bi rêjeyek zede rezê wan ji nav çûye û tiriyê wan şewitîne.

Cûrê tiriyên ku bi mehan e li ber tavê kemilîne bi destê jinan ji reza hatin komkirin, ji bo givaştinê dîsa li ser pişta wan ji bo hewdan hatin veguheztin.

Bi pêpeskirina bi saetan ew tirî ji ava xwe hatin ziwakirin û piştre şîreya tiriyan di sîtilên mezin de li ser agirê gur yê êzingan bi saetan hatin kelandin.

Rezvana bi navê Gulşenê got, “Em şeveqê tên heta nîvro.

Em carna dimînin têra sîtilekê tije dikin û diçin. Karekî zehmet e.”

Rezvana bi navê Zehrayê jî diyar kir “Di gundê me de 30 mal hene.

Hema beje her malek reze wan hene. Tam di vî wextî de herkes diçe ser rezan.”

“Îsal tirî zîde baş nebû, zêde şewitî”

Rezvanê bi navê Vedat ji wiha anî ziman, “Hêdî hêdî em li vir parîkî nîvcû dikin dû re em dikin vê boxasanakê di boxazakê de tam şîreya wî xilas dikin.

Îsal tirî zîde baş nebû, pir germ bû, zêde şewitî.”

Li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hezar û 360 cûre tirî berhem tên.

Li gorî endezyarên çandinîyê li herêma Amed, Mêrdîn û Êlihê  zêdetirî 70 cûreyên tirî hene ku 14 cûre ji van tiriyan taybet in bi rezên Farqînê.

Komeleya Çand û Hunerê ya Farqînê jî bi vê pêzanînê ji bo berdewamiya kevneşopiya bi sedan salan a mehserê vê mîhrîcanê li dar xist.

“Em dê kooperatîfek ava bikin”

Serokê Komeleya Çand û Hunerê ya Farqînê Mehmet Aktarli wiha axivî:

Hima bêje li her gundekî rez hene. Em dê kooperatîfek ava bikin. Em dê gundiyan bînin ba hev. Di bin banê kooperatîfê de em dê di derbarê rezvaniyê de hişmendiyek ava bikin.”

Li Farqîn û 90 gundên Farqînê 11 hezar donim rez hene ku salane zêdetirî hezar û 300 ton tirî jê berhem tên.

Ji van tiriyan kêm zêde hezar ton dibe dims, 300 tonê din jî dibe benî, bastêq û berhemên din yên tirî.

Muxtarê Gundê Kanî Spiyê Erdal Yuzkan got, “Ji sedî 90ê gence me wexta ku dizewicin direvên derve.

Halbûkî tu bawer bike ku em xebatkar bin, li vî gundî tişkî ku çênebe tine.

Nexasim jî reze me pir in. Ev çiyayên me yê vê karî ne.

Yanî rezê me, tiriyên me dema tu radihêjiyê pembe ne, meriv kîloyek jî bixwe jê aciz nabe.”

Rezvan Nasir Yetîşkîn diyar kir, “Me dîtiye nedîtiye bav û kalên me sedan sal e vî karî dikin.

Em jî ligorî wan dewam dikin lê ne bi temami.”

Yekemîn Mihrîcana Ser Rezan a Farqînê bi dayina xwarinê ji bo beşdaran, bi def û zirne û bi kilamên dengbêj Mihemed Sidîqê Tilmînê û dengbêj Hecî Şerîfê Farqînê bi dawî bû.

Komeleya Çand û Hunerê ya Farqînê (FARQÎN-DER) jî li Gundê Kanî Spiyê yê Farqînê Yekemin Mîhrîcana Ser Rezanli dar xist.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst