Şandeyeke ENKSye û Mesrûr Barzanî civiyan

02-10-2023
RÛDAW
Nîşan ENKS Mesrûr Barzanî Hekîm Beşar Îbrahîm Biro
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Du serkirdeyên ENKSyê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnav re civiyan.

Serkirdeyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Dr. Hekîm Beşar û Îbrahîm Biro bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re rewş û daxwazên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan-Sûriye (PDK-S) û Alîkarê Serokê Îtîlafê ya Muxalefeta Sûriyeyê Dr. Hekîm Beşar li ser civînê ji Rûdawê re axivî.

Dr. Hekîm Beşar ragihand ku bi Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî - Sûriyeyê Îbrahîm Biro re li Hewlêrê çend hevdîtin pêk anîne.

Dr. Hekîm Beşar ji Rûdawê re ragihand ku wî û Îbrahîm Biro bi Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtinek pêk aniye.

Li gorî Dr. Hekîm Beşar di civînê de, Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kiriye ku ji penabarên Rojavayê Kurdistanê yên ku li Herêma Kurdistanê dimînin re xizmetguzarî bêne pêşkêşkirin û ji wan re hêsankarî bêne kirin.

Di heman çarçoveyê de, her du serkirdeyên ENKSyê bi Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw re jî hevdîtinek pêk anîye.

Hekîm Beşar da zanîn ku di civîna bi Parêzgarê Hewlêrê re gelek mijarên girêdayî xwestek û daxwazên penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Herwiha rewşa penaberên Rojavayê Kurdistanê yên ku li kampan dimînin jî bûne mijara civînê

Li aliyê din Hekîm Beşar û Îbrahîm Biro bi komîteyeke Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê re hevdîtinek pêk anî.

Di civîna bi komîteya wezaretê re de pirsgirêkên li ber xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst