Li Sêrtê pevçûna malbatan: 7 kes birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê di encama pevçûna navbera du malbatan de 7 kes birîndar bûn.

Bûyer îro li Cadeya Aydinlarê ya navenda bajarê Sêrtê çêbû.

Li gorî zanyariyan di navbera 2 malbatan ji ber sedemeke ne diyar nîqaş derket.

Piştî nîqaşê her du aliyan bi dar û keviran êrişî hev kir û 7 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cenderrme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyê.

Li aliyê din di pevçûnê de camên hinek kargeh û otomobîlên li ser cadeyê şikiyan.

Hat ragihandin ku polîsan hem li cihê bûyerê û hem jî li nexweşxaneyê tedbîrên ewlehiyê wergirtine.