Saziya keşnasiyê derbarê lehiyê hişyarî da

02-10-2023
RÛDAW
Li tevahiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baran dibare
Li tevahiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baran dibare
Nîşan Lehî Bakurê Kurdistanê Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê payizê dest pê kir û pêleke baranê gelek bajar dane ber xwe.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê hişyarî li ser hişyariyê dide xelkê ku tedbîran li hemberî rabûna lehiyê wergire.

Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê dê li piraniya bajarên wî welatî û Bakurê Kurdistanê pileya germahiyê dakeve û baraneke gur bibare.

Li bajarê Sêwaza Bakurê Kurdistanê, mal di bin avê de mane û li hinek herêman trafîk rawestiya.

Welatiyekî wî bajarî got, “Xwarin û vexwarina min hemû li jêrzemînê ji nav çû. Kî dê zerara min bide, ez nexweşim, nikarim.”

Avê da binê hin mal û kargehan

Li bajarê Wanê navenda bajêr baranê bişev dest pê kir û bi navber barî.

Li ser kuçe û kolanan av kom bû bû û lehiyê da binê hin mal û kargehan.

Li ser Kolana Îpekyoluyê  ya Wanê otomobîl bi zor û zehmet çûn û hatin.

Li Samsunê ji ber barana gur dibistan hatin girtin û li Trabzonê jî kolan, mal û kargeh di bin avê de man û zerareke zêde çêbû.

Zerera madî heye

Şaredarê Navçeya Surmeneyê Rahmi Ustun jî got:

“Di encama barana demjimêrekê de kargeh û malên di jêrzemînan de di bin avê de man. Em ligel tîmên Şaredariya Bajarê Mezin û TÎSKÎyê avê vala dikin. Rewşeke awarte nîne lê zerara darayî heye.”

Saziya Keşnasiya Tirkiyê ragihand ku îro ji bilî 4-5 bajarên li ser sînorê Yunanistan û Derya Egeyê li tevahiya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê barana gur dibare û pileya germê li gor demsalê di navbera 3-5 pileyan de dadikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst