Qubad Talebanî: YNK sersipêrên xwe tenê nahêle

02-10-2023
Nîşan Qubad Talebanî Kongreya YNKyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, piştî xelasbûna kongreya YNKyê got ku “YNK sersipêrên xwe tenê nahêle.”

Piştî ku Kongreya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi dawî bû Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî peyamek belav kir.

Qubad Talebaniyê ku di heman demê endamê serkirdayetiya YNKyê ye jî destnîşan kir ku “Kongre serkeftî bû.”

“Divê hêviyên gel bi cih werin”

Talebanî di peyama xwe de got, “Em niha li benda gavên piştî kongreya pêncemîn in. Berpirsiyariya serkirdeyên nû ji ya hemû demên berê bêhtir e û divê hêviyên gel bi cih werin.”

Qubad Talebanî di peyama xwe de Hêro Îbrahîm Ehmed, Kosret Resûl Elî pîroz kirin ku bûne wekî sembolên YNKyê.

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwiha Bafil Talebanî jî pîroz kir ku careke din bû serokê YNKyê.

“Yekîtî sersipêrên xwe tenê nahêle”

Qubad Talebanî, di peyama xwe de li ser kongreya partiya xwe ev gotin:

“Kongre serkeftî bû, Yekîtî sersipêrên (dilsoz/sadiq) xwe tenê nahêle. Me tevan biryar daye ku em bêyî cudahiyên herêmî, hizbî û dînî xizmetê ji gelê xwe re bikin.”

Kongreya Pêncemîn a YNKyê 27ê Îlonê li Silêmaniyê dest pê kir û roja ewil a kongereyê Bafil Talebanî careke din bû serokê partiyê.

Roja dawiyê jî li ser rêziknameya partiyê ya navxwe dengdan hat kirin û 60 endamên serkirdayetiya YNKyê hatin hilbijartin.

Bafil Talebanî di dawiya peyama xwe de destnîşan kir ku YNK hazir e bi serokatiya Bafil Talebanî hêviyên xelkê bi cih bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst