Bi 8 roketan êrîşî cihekî niştecîkirina ereban li Efrînê hat kirin

02-10-2022
RÛDAW
Nîşan Efrîn Gundê Kuweyt El-Rehme Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îro bi 8 roketan komelgeha Kuweyt El-Rehme ya li navçeya Şera ya herêma Efrînê, mêtîngeha ku ji bo niştecîkirina ereban li Efrînê hatiye avakirin,rastî êrîşê hat, lê derbarê zirarên êrîşê de ti agahî nehatine zanîn.

Li gor çavkaniyên xwecihî, îro 2ê Cotmehê 8 roket li derdora komelgeha "Kuweyt El-Rehme" ku dikeve navbera gundên Qîbarî û El-Xalidiyê yên navçeya Şera ya Efrînê ketine xwarê.

Herwiha malpera Afrinpost ku nûçeyên derbarê herêma Efrînê de belav dike, ragihandiye ku li gor zanyariyan ew roket ji devera Şehbayê ya li gundewarê Helebê hatine avêtin.

Devera Şehbayê di bin kontrola Rêveberiya Xweser û hêzên Kurdî de ye, lê hêzên hikûmeta Sûriyê jî li deverê hene.

Heta niha ti zanyarî derbarê zerar û ziyanan de nehatine belavkirin.

Duh Şembiyê 1ê Cotmehê jî piştî nîvê şevê şer û pevçûnên dijwar bi çekên giran û navîn di navbera artêşa Sûriyê û çekdarên "Artêşa Niştimanî" ya girêdayî Tirkiyê de li gundê Ebla li gundewarê bajarokê El-Bab ê rojhilatê Helebê çê bûbûn.

Herêma Efrînê beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê ye ku piştî êrîşa Tirkiyê di Adara 2018an de kontrola wê ji dest hêzên Kurdî û Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê derket û niha di bin dagirkeriya Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê de ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst