Şervan û alîgirên YBŞê rê nedan berbijêrên PDKê derbasî Şingalê bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Şervan û alîgirên YBŞê li gundê Guhbel, rê li berbijêrên PDKê û Berpirsê Liqa 17 ya PDK ya li Mûsilê girtin û rê nedan ku derbasî Şingalê bibin bo bangeşeya hilbijartinê. Rêveberê nahiya Sinunê yê bi wekalet jî dibêje, “Xelkê sivîl rê nedan.”

Biryar bû Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro, 02/10/2021, merasîmeke bangeşeya hilbijartina parlamentoya Iraqê li Şingalê saz bike û berbijêrên xwe yên herêma Şingalê bide naskirin.

Ji bo beşdariya vê merasîmê beşek ji kadir û berpirsên Liqa 17 a PDKê bi serokatiya Serpereştyarê Bangeşeya PDKê yê li Neynewa Ceifer Îbrahîm ber bi Şingalê ve bi rê ketin, lê li deriyê gundê Guhbel ê li nêzikî Mezargeha Şerfedîn, ji aliyê şervan û alîgirên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ve rê li wan hat girtin.

Fermandarê Hêza Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji Rûdawê re ragihand, “Hemû hevahengî di navbera wê şanda PDKê û hêzên Iraqê de hatibû kirin û hêzên Iraqê jî li gel wê şandê bûn. Lê mixabin, hêzên YBŞ, PKKê bi cilûbergên sivîl û serbazî rê li şanda PDKê girtin û hemû xelkê Êzidî dilgiran in bi wê hewl û rêgiriya PKKê.”

Rêveberê nahiya Sinûnê yê bi wekalet Xudêda Çûkê derbarê bûyerê de ji Rûdawê re ragihand, “Ew ên ku rêgirî kirin xelkê sivîl in.”

Serokê Encûmena Xweseriya Demokratîk a Şingalê Husên Hacî jî ji Rûdawê re ragihand, “Em agahdar bûn ku PDKê hêz neaniye û hêzên Iraqê wan diparêzin, lê pêwîst bû em agahdarê hatina wan bûna û hevahengî li gel me jî hebûya, ji ber ku em jî çend sal in berevaniyê li xwe dikin û şehîdên me hene.”