Goranê bersiveke tund da Elî Bapîr

Hewlêr (Rûdaw) - Rêkxerê Odeya Rojnamevanî ya Tevgera Goranê bi awayekî ne rasterast bersiva Serokê Komeleya Dadgerî Elî Bapîr dide û dibêje, tenê zavayê xwe bo hemû postan dike berbijêr.

Rêkxerê Odeya Rojnamevanî ya Tevgera Goranê Dilêr Ebdulxaliq dibêje, “Partiyeke Îslamî ku (Ji Tevgera Îslamî Hilweriyayî) û niha (bêyî xwesteka xwe ya siyasî) hinekan ew kirine hêzeke opozisyonê, ji dêlva behsa pirsgirêkên xwe û peywendiyên xwe yên jêrbijêr ên ligel YNK û PDKê bikin, êrîşî Tevgera Goranê dikin.”

Dilêr Ebdulxaliq dibêje: “Em hêzeke serbixwe ne; di jêr baskên gelê xwe de mezin bûne, hinek jî pêştir di jêr baskê aliyekî din û Goran de mezin bûn û niha jî behsa şermezariyê dikin.” Rêkxerê Odeya Rojnamevanî ya Tevgera Goran dibêje, “Şermezarî ew e ku bo razîkirina xelkê dest ji navê xwe yê olî berdî! Şermezarî ew e ku di nav hêza xwe de ji xeynî zavayê xwe baweriya te bi kesekî din nebî! Bo Parlamentoya Kurdistanê her ew endam be! Bo postê Kabîneya Heştem her ew! Bo Parlamentoya Iraqê her wî bikî berbijêr! Wate ne “Îman” e ku wiha dike nûnerên we kêm nebin, lê ew peywendiyên xizmayetî û hesabnekirina şiyana mirovî ya hemû ewanên din e ku li derdora we kom bûne.”

Ev daxuyaniya Rêkxerê Odeya Rojnamevanî ya Tevgera Goran piştî wê yekê hat ku roja Înê 1ê Cotmeha 2021ê li Ranyeyê di propagandeyekê de Serokê Komeleya Dadgerî Elî Bapîr bi awayekî ne rasterast derbarê Tevgera Goranê de axifî û got, “Carekî ligel yek ji wan aliyên siyasî ku dema xwe bi hevre opozisyon bûn, rûniştibûn. Min behs kir, erê filan wezîrê we hilwerî, filan parlamenterê we hilwerî û filan kesê we wiha kir… Erê hun çareseriyekê bo xelkê xwe nakin? We em jî tengav kirine.”